Wezîrê Tirk: Wê Tirkiye zadê Ukrayna ji sedî 25 arzantir bistîne

07 hezîran 2022 21:06
Wezîrê Tirk: Wê Tirkiye zadê Ukrayna ji sedî 25 arzantir bistîne

PeyamaKurd – Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyê Vahît Kirişçî li ser rewşa dawî ya danûstandinên di navbera Tirkiye-Rûsya de bo veguhestina zadê Ukraynayê ragihand ku ew nêzîkî rêkeftinê ne.

Herwiha wezîrê Tirk diyar kir, hem Rûsya hem jî Ukrayna baweriyê bi wan tîne û Tirkiyê bi aliyê Ukrayna re jî li hev kiriye ku di firotina zad de ji sedî 25 kêmbuha bide wan.

Hêjayî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî sibe Çarşemê serdana Tirkiyê dike û tê çaverêkirin rewşa dawî ya korîdora veguhestina zadê Ukraynayê bê dayîn.

Li gorî rêkeftinê wê keştiyên zad ji aliyê Tirkiyê ve werin parastin û keştiyên şer ên Rûsyayê jî di Derya Reş de çavdêriyê bikin.