Wezîrên Ukrayna û Tirkiyeyê, daxuyaniyeke hevpar da

17 cotmeh 2022 18:00
Wezîrên Ukrayna û Tirkiyeyê, daxuyaniyeke hevpar da

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar û Wezîrê Jêrxana Ukraynayê Oleksandr Kubrakov, li ser rewşa hinardekirina dexil û danê Ukraynayê, daxuyaniyeke hevpar da. Li gorî daxuyaniyê, dê hinardekirin berdewam be.

Di hevdîtina ku duh êvarê li Stenbolê di navbera wezîrên herdu welatan de çêbû de hat ragihandin ku armanca hevdîtinê, hevahengiyeke zêdetir e.

Li ser hevdîtina ku hat kirin, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar got ku

“Di nav van sê mehan de bi 345 keştiyan, ji benderên Ukraynayê 7 milyon û 700 hezar ton genim hatiye hinardekirin û ev encam cihê kêfxweşiyê ye.”

Oleksandr Kubrakov jî diyar kir ku hinardekirina dexl û dan, di bin çavdêriya navenda hevbeş de gihiştiye nêzîkî 8 milyon tonan û ew hinarde jî bandoreke mezin li bazara dexl û dan a cîhanê dike.

Peymana ku di navbera Rusya û Ukraynayê de li Stenbolê hatibû çêkirin, ket meha sisiyan û hinardekirina dexil û danê Ukraynayê, di bin çavdêriya rayedarên Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) de tê kirin.