Wezîrê Derve yê Fransa: Pir kêm maye ku Îran çekên atomî berhem bîne
PeyamaKurd – Derbarê egera bidestxistina çekên atomî Wezîrê Derve yê Fransayê hişyarî da û ragihand, Pir kêm maye ku Îran çekên atomî berhem bîne.
Wezîrê Derve Yê Fransa Jean-Yves Le Drian, do Yekşemê 24ê Çileya 2021an, di bernameya “Pirsên Siyasî” ya kanala radyoyî ya “France Inter” de amade bû û têkildarî bernameya atomî ya Îranê axivî û derbarê egera bidestxistina çekên atomî ji aliyê Îranê ve hişyarî da.
Jean-Yves Le Drian da zanîn, dorpêçên Amerîkayê û siyaseta zexta herî zêde bandoreke baş li ser dûrxistina Îranê ji çekên atomî nebûye û tam encameke berovajî hebûye.
Li gor gotina Wezîrê Derve yê Fransayê, niha qonaxeke pir metirsîdar e û gihîştina destê Îranê bi çekên stomî, dê encameke pir xirab hebe. Jean-Yves Le Drian da xuyakirin, “Pir kêm maye ku Îran bigihe çekên atomî.”
Le Drian destnîşan dike, niha ew di rewşeke berovajî xwastên xwe de ne, ji ber ku îdareya Trump dixwast bi givaşên herî zêde Îranê ji çêkirina çekên atomê dûr bixe, lê rastî ev e ku niha Komara Îslamî gelek nemaye bigihe armanca xwe ya çêkirina çekên atomî.
Wezîrê Derve yê Fransayê gumana xwe li ser bandora sizayên îdareya Trump ên li ser Îranê ji bo rawestandina bernameya atomî ya wî welatî anî ziman û got: “Rewşeke gelek metirsîdar e. Gihîştina Îranê bi çekên atomî, dê bandorên wê yên jeostratejîk ên berçav hebin.”
Îdareya Donald Trump di Gulana 2018an de ji rêkeftina atomî ya 5+1 a li gel Îranê derket û pişt re gelek sizayên tund bi ser wî welatî de sepandin.
Rêkeftina atomî ya grûpa 5+1 li gel Îranê, sala 2015an û di serdema îdareya Barak Obama de hatibû îmzekirin.
Piştî ku Amerîka ji wê rêkeftinê vekişiya, Îranê jî di çend qonaxan de pabendiyên xwe bi wê rêkeftinê kêm kir û herî dawî Îranê ragihand, ku dest bi berhemanîna uraniyuma meyandî ya bi rêjeya %20 kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin