Wezîrê Derve yê Amerîkayê wê bi Hakan Fîdan re bicive
06 mijdar 2023 16:01
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re hevdîtin bike hat Enqerê.
Balafira ku Antony Blinken û heyeta pê re bir Enqereyê di saet 23.58an de li Balafirgeha Esenbogayê daket.
Blinken li Balafirgeha Esenbogayê ji aliyê Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Jeffry Flake, Midûrê Giştî yê Karên Siyasî yên Dualî yê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Balkan Yaprak Balkan, Alîkarê Waliyê Enqereyê Namık Kemal Nazli û rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinên fermî yên ku îro di navbera Hakan Fîdan û Blinken de tên kirin de, tê payîn ku rewşa Xezzeyê, mijarên herêmî û têkiliyên dualî bên nirxandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hakan Fîdanbi Wezîrê Karên Derve yê Yûnanîstanê re civiya
19 adr 2025
Cîhan
Serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bo Bexda û Hewlêrê
22 tbx 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin