Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken cara 6emîn serdana Îsraîlê dike
PeyamaKurd – Rayedarekî rêveberiya Amerîkayê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken wê roja Yekşemê (04.02.2024) serdana Îsraîlê bike.
Serdana navborî wê bibe 6emîn serdana Blinken a Îsraîlê ji destpêka şerê Îsraîl û Hamasê ve.
Tê çaverêkirin ku di serdana Blinken de, karbidestên Îsraîlî li ser peymana girtiyan ya ku di navbera Îsraîl û Hamasê de hatiye gotûbêjkirin, berfirehkirina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê û planên Serokwezîrê Israîlî Benjamin Netanyahu ku wê piştî şer li Xezzeyê birêve bibe, gotûbêj bikin.
Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam baskê çekdar ê Hamasê di 7ê Cotmeha 2023an de li dijî Îsraîlê di bin navê Tofana Eqsayê de êrîşeke berfireh pêk anîbû. Li gorî agahiyan, di êrîşan de zêdetirî 1400 Îsraîlî hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê di daxuyaniya xwe ya 1ê Sibatê de ragihandibû ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de hejmara kuştiyan derket 27 hezar û 19an û hejmara birîndaran jî derket 66 hezar û 139an.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin