Wezîrê Berevaniya Îsraîlê: Em derbasî qonaxa din bûne!

17 mijdar 2023 16:27
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê: Em derbasî qonaxa din bûne!

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant derbarê operasyonên bejayî yên li Şerîda Xezzeyê da daxuyanî da.

Gallant diyar kir ku "Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (HSD) girtina rojavayê Şerîda Xezzeyê temam kir" û wiha got: "Qonaxa bê ya operasyona bejayî ya li Şerîda Gazzeyê dest pê kir."

Gallant da zanîn, operasyona li Nexweşxaneya Şîfayê dewam dike û wiha dewam kir, "Operasyona li nexweşxaneyê bi hesasiyet û biryardarî tê kirin."

Galant bal kişand ku artêşa Îsraîlê li nexweşxaneyê "lêkolînên girîng" bi dest xistine û derbarê wan tesbîtan de agahiyên berfireh neda.