Wezîrê Berevaniya Îsraîlê: Artês kete herêmên nistecihbûnê

05 mijdar 2023 14:01
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê: Artês kete herêmên nistecihbûnê

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant, ragihand ku artêşa Îsraîlê ji bakur û başûr ve êrîşî Xezeyê dike û ketiye nav herêmên niştecihbûnê.

Gallant, di civîna rojnamevanî ya piştî serdana sînorê Lubnanê li ser êrîşên bejahî û asmanî yên li ser Xezeyê dewam dikin axivî û got, ‘Artêşa Îsraîlê hem ji başûr hem jî ji bakur ve êrîşên Xezeyê didomîne û ketiye herêmên niştecihbûnê.”

Gallant, herwiha destnîşan ku ew dê bigihin serokê Hemasê yê li Xezeyê Yehya Sînvar û wî ji holê rakin, heger Xezeyî beriya me bigihinê wê şer zûtir biqede.

Wezîrê Îsraîlî da xuyakirin ku wê piştî vî şerî êdî Hemas nemîne û ji bo vê jî bi Amerîkayê bi hemahengî kar dikin.

Herwiha Gallant diyar kir ku ew naxwazin bi Hizbullahê re bikevin şer, lê heke Nasrallah xetayekê bike û biryara şer bide jî wê çarenivîsa Lubnanê diyar bike.