Wezîrê Yewnan gefên giran li Enqereyê xwar: Dibe ku sevekê em li Enqereyê bêne dîtin
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Yewnanîstanê Adonis Georgiadis di bernameyeke televizyonê de gefan li Tirkiyeyê xwar û got: "Em dikarin şevekê ji nişka ve bi F-35ên ku li radarê asê nabin li Enqereyê bêne dîtin."
Piştî peyamên dawî yên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û siyasetmedarên din ên Tirk, tengijîna di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de her ku diçe zêde dibe.
“Tirkiye ji aliyê hêza asmanî ve sifir e”
Li gorî televizyona Ethnos a Yewnanistanê, Wezîrê Tenduristiyê yê Yewnanîstanê Adonis Georgiadis ku beşdarî bernameya televîzyonê bûye û gotiye: " Em dikarin şevekê ji nişka ve bi F -35ên ku li radarê asê nabin, li Enqereyê bêne dîtin."
Georgiadis her wiha gotiye ku “Tirkiye ji aliyê hêza asmanî ve sifir e .
Wezîr Georgiadis aniye ziman ku ji ber ku rêveberiya Atînayê xwedî hevpeymanên xurt ên wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Fransayê ye, Serokwezîrê Yewnanistanê Mitsotakis Tirkiyeyê bêzar dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin