Li Enqereyê hêrisî karsazê Kurd kirin: Rewsa wî giran e

03 tîrmeh 2024 18:29
Li Enqereyê hêrisî karsazê Kurd kirin: Rewsa wî giran e

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Enqereya paytexta Tirkiyeyê, bi çekan hêrişî karsaz û rûspiyê Kurd Nîhat Karaaslan û xizmê wî Cengiz A. kirine

Hate hînbûn ku Karaaslan rakirine Nexweşxaneya Gaziyê ya Enqereyê û rewşa wî ya tendurustî xerab e.

Li gorî nûçeya Rûdawê Nîhat Karaaslan li ber mala xwe rastî hêrişeke çekdarî hatiye û dema hêrişê, xizmê wî Cengîz A. jî pê re bûye.

Hate diyarkirin ku Nîhat Karaaslan û xizmê wî Cengiz A. dema diçûn malê, li ber deriyê malê rastî hêrişê hatine û di encama hêrişê de xwediyê dukanekêe jî bi sivikî birîndar bûye

Êrişkar piştî bûyerê reviyaye, lê belê nasnameya wî hatiye hînbûn.

Heta niha di derbarîe bûyerê de ti daxuyaniyên fermî nehate dayîn, lê belê li ser torên medyaya civakî hate angaştin ku “Nîhat Karaaslan, di derbarê mafyaya Sedat Peker de tiştên giran re gotine."

Nîhat Karaaslan gelek caran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî postên li dijî Sedat Peker parve dikirin.