Wezareta Xwendina Bilind encamên ezmûnên pola 12 ya amadehiyê ragihand
PeyamaKurd – Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê diyar kir, zêdetirî %80 qutabiyên derçû yên pola 12 ya amadehiyê, ji aliyê zanko û peymangehan ve hatine wergirtin.
Wezareta Xwendina Bilind a Kurdistanê, encamên ezmûnên pola 12 ya amadehiyê (qonaxa dawî ya lîsê) ragihand.
Berpirsê Giştî yê Xwendin û Plandanînê li Wezareta Xwendina Bilind, Dr. Xetab Ehmed, di civîneke rojnamevaniyê de encam ragihand û diyar kir, bi giştî ji qutabiyên ku beşdarî ezmûnan bibûn, 63 hezar û 324 kes derçûne, ji wan qutabiyan 43 hezar û 277 kes ji aliyê zanko û peymangehan ve hatine wergirtin ku dike %82.
Herwiha wî Berpirsê Wezareta Xwendina Bilind eşkere kir, hîn 4 hezar û 67 kursiyên xwendinê li zanko û peymangehan vala mane û got, ew ê jî bên tijîkirin û bi vî rengî rêjeya wergirtinê wê zêde bibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin