Afxanistanê xwendina bilind keçan qedexe kir
21 berfanbar 2022 02:17
PeyamaKurd – Wezareta xwendina bilind ya Afxanistanê piştî xwendina navendî ya keçikan, xwendina wan ya dibistanên bilind jî qedexe kir. Berdevkê wezaretê Hafiz Zeiyaullah Hashimi, biryarê di ser hesabê xwe yê medya de ragihand. Biryar ji bo temamê zankoyên dewletê û taybet hatbelav kirin û di biryarê de weha hat gotin:
“Li ser biryara encumena wezîran heya fermanekî din xwendina keçikan di zankoyan de hatiye rawestandin. Bîstek berê temînatê bidin ku hun ê fermana wezaretê bicîh bînin.”
Berya vê biryarê, xwendevanên keç dikaribûn li zankoyê ji xortên xwendevan cuda birûnin û cil û bergên destnîşankirî li xwe bikin û xwendina xwe dewam bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji aliyê Talîbanê ve xwendina derve ya xwendekarên keç hat qedexekirin
29 tbx 2023

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin