Kurdistan | Encûmena Wezîran projeyasaya bawerîpêdana saziyan û Xwendina Bilind pesend kir
PeyamaKurd - Di civîna îro 11ê Gulana 2022yan a Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, reşnivîsa projeyasaya bawerîpêdana saziyan û programên perwerde û xwendina bilind a li Herêma Kurdistanê hat pesendkirin.
Di civîna ku bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî hat lidarxistin de, di dengdana Encûmena Wezîran de, reşnivîsa projeyasaya bawerîpêdana saziyan û programên perwerde û xwendina bilind a li Herêma Kurdistanê piştî sererastkirin û cîgirkirina têbîniyên ku beriya niha li ser projeyê hebûn, bi piraniya dengan hat pesendkirin û biryar hat dayîn, ji bo parlamentoyê were şandin.
Piştî civînê bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku piştî projeyasaya Xwendina Bilind, di beşa duyem a civînê de Encûmena Wezîran li ser rêkxistina Encûmena Karûbarên Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê û pêkhate û erkên wê gotûbêj kir, piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan, Encûmena Wezîran biryar da ku bi mekanîzma û şêwazek ev encûmen were rêkxistin ku di asta berpirsyariya encûmenê de be.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser berdewambûna gotûbêja navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo gihîştina çareseriya bingehîn bo kêşeyên navbera herdu aliyan, di nav wan de jî mijara petrol û gazê li ser bingeha destûra Iraqê, ku bi nivîseke zelal û eşkere, sînorê desthilata Herêmê û desthilên federalî destnîşan kirine.
Di civînê de, li ser rêlibergirtina bilindbûna bihayên kelûpelan li bazarên Herêmê û rûbirûbûna vê qeyrana navdewletî, biryar hat dayîn ku aliyên pêwendîdar vê mijarê gotûbêj bikin.
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, li ser zêdebûna hejmara tundûtujiyên li dijî jinan a li Herêma Kurdistanê axivî û destnîşan kir ku mixabin ev diyarde zêde dibe, divê kar li ser nehiştina vê fikra tundrew were kirin û ji bo vê mebestê jî helmetek were encamdan.
Di dawiya civînê de, bi mebesta rêkxistina sektora bankayê ya hikûmî li Herêma Kurdistanê, Encûmena Wezîran biryar da bi temamkirina mercên Banka Navendî ya Iraqê ji bo damezrandina banka niştiman li Herêma Kurdistanê, ku dê roleke wê ya girîng hebe di vejandina sektora bankayê de li Herêmê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin