Encûmena Aborî ya Xwendekarên Kurdistan û Îmaratê hat avakirin

14 hezîran 2022 23:15
Encûmena Aborî ya Xwendekarên Kurdistan û Îmaratê hat avakirin

PeyamaKurd – Encûmena xwendekaran di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hat damezrandin û Îmarat dixwaze hejmarek bankan jî werîne Kurdistanê.

Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, serokê desteyê Mihemed Şukrî îro 14ê Hezîranê pêşwazî li konsulê giştî yê Îmaratê yê Hewlêrê Ehmed Zahirî kiriye û di civînê de behsa pêwendiyên aborî û bazirganî yên Kurdistan û Îmaratê hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku Mihemed Şukrî kêfxweşiya ji bo damezirandina encûmena aborî ya xwedankarên Îmarat-Kurdistanê nîşan da.

Di civînê de, konsulê giştî yê Îmaratê gotiye, ew dixwazin pêwendiyên xwe yên aborî bi Kurdistanê re berfireh bikin, ji bo wê jî wê 6 bankên Îmaratê bînin Kurdistanê û armanca wan jî ew e sûdê ji berhemên çandinî yên Kurdistanê werbigirin.