Dadgeha Bilind a Iraqê encamên hilbijartinên Iraqê pesend kir

27 berfanbar 2021 22:34
Dadgeha Bilind a Iraqê encamên hilbijartinên Iraqê pesend kir

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê encamên hilbijartinan a Parlamentoya Iraqê ku di 10ê Cotmehê de hatibû kirin pesend kir.

Beriya vê biryarê Dadgeha Federal a Iraqê jî îro hemû giliyên ku beriya niha ji aliyê hêz û kutleyên siyasî ve li ser encamên hilbijartinan hatibûn pêşkêşkirin red kiribû.

Dadgeha Federal rûniştineke taybet ji bo gotûbêjkirin û pesendkirina encamên hilbijartinan a Parlamentoya Iraqê encam da.

Dadgehê daxwazên aliyên Heşda Şeibî red kirin ku dixwestin proseya pesendkirina encamên hilbijartinan li dadgehê were rawestandin.

Ji bo xistina fişarê li ser biryara Dadgeha Bilind a Federalî, ji vê sibê ve hejmareke mezin ji alîgirên Heşda Şeibî li pêş avahiya Dadgeha Federalî kom bûn û hewl dan derbasî nava dadgehê bibin.

Di wê çarçoveyê de û ji bo parastina Dadgeha Bilind a Federalî, hejmarek mezin ji hêzên ewlehiyê li derdora Dadgeha federalî hatibûn bicihkirin.