Wezareta Tenduristiyê amarên mirin û pêketiyên hefteyekê eskere kir

27 îlon 2020 17:56
Wezareta Tenduristiyê amarên mirin û pêketiyên hefteyekê eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, ragihand ku di nav hefteyekê de 145 kes ji nexweşiya koronayê mirine.

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê da xuyakirin, di nav hefteyekê de 4 hezar û 749 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine û 145 kes jî bi wê nexweşiyê mirine ku 3 hezar û 411 kes jî baş bûne.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 45 hezar û 215 kes bi koronayê ketine, 28 hezar û 938 kes baş bûne û hezar û 650 kes jî mirine.