Li Xezzeyê di êrîsan de 2 personelên Wezareta Tenduristiyê mirin
24 hezîran 2024 13:49
PeyamaKurd – Di êrîşa ku li Şerîda Xezzeyê navendeke tenduristiyê kir hedef, 2 personelên Filistînî yên Wezareta Tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê rêxistina parastina sivîl a li Xezzeyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê duh li navenda Şerîda Xezzeyê klînîkek kir hedef.
Hat diyarkirin ku di êrîşê de 2 xebatkarên Wezareta Tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Ji 7ê cotmehê heta niha 37 hezar û 598 kes di êrîşên li ser Şerîda Xezzeyê de mirin û 86 hezar û 32 kes jî birîndar bûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
NY: Ji sedî 84 saziyên tenduristiyê yên li Xezzeyê ji êrîsan bandor bûne
16 sbt 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin