Wezareta Tenduristiyê 6 mirin û 175 pêketiyên nû eskere kir

03 rêbendan 2022 22:59
Wezareta Tenduristiyê 6 mirin û 175 pêketiyên nû eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 175 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kes jî pê mirine.

Herwiha wezaretê eşkere kir ku 119 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên giştî gihîşt 381 hezar û 116 kesan, ya mirinan bû 7 hezar û 122 kes û heta niha 372 hezar û 433 nexweş jî baş bûne.