Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge beşdarî êrişa nebûye
Wezareta Pêşmerge ew îdia red kirin ku dibêjin hêzên Pêşmerge êrişî baregeheke Heşdî Şebiyê ya li parêzgeha Selahedînê kirine.
RûpelNews - Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand ku Pêşmerge ne beşek e ji nakokî û alozîyên leşkerî yên ku li herêmê hene.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çend kanal û rûpelên medyayê de nûçeyeke “nerast” hatiye belavkirin ku tê de tê îdia kirin ku destê hêzên Pêşmergeyan di êrişa li ser baregeheke Heşdî Şebiyê ya li parêzgeha Selahedînê de heye.
Wezaretê ev îdia bi tundî red kirin û got:
“Hêzên Pêşmerge bi tu awayî ne beşek in ji wan alozî û nakokiyên leşkerî yên ku li herêmê hene. Pêşmerge beşdarî tu çalakiya leşkerî ya li dijî tu aliyekî nebûye.”
Wezaretê herwiha destnîşan kir ku erkê sereke yê hêzên Pêşmerge parastina asayîş û aramiyê ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de jî hat tekez kirin ku Wezareta Pêşmerge bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re di nav hevahengî û pêwendiyê de ye.
Hat ragihandin ku îşev li parêzgeha Selahedînê baregehên Heşdî Şebiyê hatine bombebarankirin.
