Wezareta Perwerdeya Norwecê ji bo zarokên Kurd pirtûka Alfabeya Kurdî çap kir
PeyamaKurd - Li welatê Norwecê yê Îskandînav ku nifûsa wê 5 milyon e, ji bo zarokên kurd pirtûka alfabeya kurdî hat çapkirin.
Hat zanîn ku pirtûka alfabeya kurdî ji aliyê mamoste Alekan Nylandê ku li paytexta Norwecê Osloyê dijî, hatiye amadekirin û ji aliyê hikûmeta Norwecê ve jî hatiye çapkirin.
Li gor nûçeya Rûdawê, Alekan Nyland dibêje, ew dixwaze di warê ziman de alîkariya zarokên Kurd ên li Norwecê dijîn bike û armanca wî ji nivîsandina vê pirtûkê zarokên Kurd bi hêsanî bikaribin zimanê xwe yê dayikê bi pêş ve bibin.
Alekan Nayland da xuyakirin: “Bi hezaran zarokên Kurd li Norwêcê dijîn. Norwêc civakek piralî ye ku tê de çandên cûrbecûr bi wekhevî dijîn. Nifûsa vî welatî 5 mîlyon e û xwedî civakek etnîkî ye ku bi qasî 180 zimanên cûda yên axaftinê lê hene.”
Nyland li Norwecê destnîşan dike ku derfeta her civakê heye ku çand û zimanê xwe pêşve bibe û dewlet her cureyê piştgiriyê dide.
Nyland gotiye, li gelek dibistanên Norwecê dersa zimanê Kurdî heye û eger li dibistanan tenê xwendevanek ji pêkhateyek cuda hebe hikûmet hewl dide mamosteyekî ziman jê re peyda bike.
Nyland destnşan kir ku rayedarên Norwecê girîngiyek mezin didin geşedana zarok û ew di wê baweriyê dene ku zimanê zikmakî alîkariyek mezin dide pêşketina zarok û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê, ew malbatan teşwîq dike ku zimanê xweyê dayikê fêr bibin û pêşnîyar dike ku bi zimanê xwe pirtûkan bixwînin. Li ser vê bingehê, min fikir kir ku pirtûka alfabeya Kurdî hewcedariyek bingehîn e û min biryar da ku ez vê pirtûkê binivîsim.”
Mamoste Alekan Nyland ku niha li Zanîngeha Stavanger li ser pêşxistina zarokan û pedagiriya xwendina xwe dike, da zanîn ew pirtûk dihêle ku zarokên Kurd bi hêsanî alfabeya Kurdî fêr bibin û got: “Kurdên li vir dijîn jî eleqeyek mezin nîşanî pirtûkê didin. Pirtûk hem bi Kurdî hem jî bi Norwêcî hate nivîsandin. Me destpêkê 500 pirtûk çap kirin, lê me dît ku eleqeyek gelek mezin heye, me niha dest bi amadekariyên çapa duyem kirin.”
Alekan Nyland bibîr dixe ku ew yekem berhema Kurdî ye ku bi piştgiriya Wezareta Perwerdeya Norwecê tê çapkirin û belavkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin