Wezareta Perwerdeya Sûriyê: Mafê Kurdan heye 2 saetan dersa Kurdî bistînin!
PeyamaKurd - Wezîrê Perwerdeya rejîma Sûriyê Darim Tebbai daxwaz kir ku hemû dibistanên Sûriyê li Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Sûriyê bêne radestkirin û got, “Mafê Kurdan e du demjimêran bi Kurdî bixwînin.”
Wezîrê Perwerdeyê yê hikûmeta Sûriyê, Darim Tebbai, di hevpeyvînekê xwe de, behsa destpêkirina sala nû ya xwendinê dike û dibêje, em pêşbînî dikin ku derdora 4 mîlyon xwendekar bêne dibistanan, lê berî derbasbûna heftiyekê ji destpêkirina çûna dibistanan, zehmet e hejmara rasteqîne bê naskirin.
Darim Tebbai, daxwaz dike ku hemû dibistanên Sûriyê bêne radestkirin ji bo Wezareta Perwerdeyê ya hikûmetê, herwiha dibêje, eger daxwazek hebe ji bo fêrbûna zimanekî xwecihî, êdî ew yek ne qedexe ye û got: “Weke çawa ku her yek ji Ermen, Çerkes, Aşûrî, zimanê xwe di du demjimêran de didine fêrkirin, wiha jî Kurd dikarin di du demjimêran de, zimanê Kurdî bidin fêrkirin, û ev mafekî rewa ye.”
Di heman çarçoveyê de, tirsa xwe, ji belavbûna koronayê nîşan da, bi taybetî li navçeyên qerebalix.
Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Sûriyê ragihandiye ku roja 5ê Îlona 2021ê sala nû ya xwendinê destpê dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin