Wezareta Perwerdeya Kurdistanê li ser dersa 'Perwerdeya Îslamî' daxuyanî da
PeyamaKurd - Wezareta Perwerde ya Kurdistanê li ser nûçeyên ku dibêjin, li Kurdistanê dersa perwerdeya Îslamî hatiye rakirin ragihand, dersa “perwerdeya îslamî” ji nav bernameya xwendin û perwerdê nehatiye rakirin.
Wezareta perwerdeya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandiye, "Wisa hatiye belavkirin qaşo dersa “perwerdeya îslamî” ji nav bernameya xwendin û perwerdeyê hatiye rakirin. Ew agahî rast nîne ji ber ku tiştekî wisa nehatiye kirin."
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Ew pirtûk û ders ne hatine rakirin, ne jî dê bên rakirin û ne jî planek wisa heye. Berovajî wê yekê, gelekî hatine pêşxistin. Mixabin hinek kes vê yekê wek kartekê bo berjewendiyên xwe yên siyasî û hilbijartinan bikar tînin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin