Wezareta Nefta Iraqê 200 milyon dolaran ji Kerkûkê re disîne

29 adar 2020 19:21
Wezareta Nefta Iraqê 200 milyon dolaran ji Kerkûkê re disîne

PeyamaKurd - Wezareta Nefta Iraqê ragihand ku wan 200 milyon dolar ji bo tenduristiya Kerkûkê terxan kiriye.

Berdevkê wezareta nefta Iraqê Asim Cîhad ragihandiye ku Wezareta Nefta Iraqê dixwaze ji bo her parêzgehekê bûdceyeke taybet ji bo tenduristiya wê parêzgehê û rûbirûbûna vûras koronayê terxan bike.

Asim Cîhad da zanîn, di çarçoveya wê planê de wezaretê biryar daye 200 milyon dolaran bide parêzgeha Kerkûkê.