Wezareta Nefta Iraqê, Kurdî qedexe kir!

16 tebax 2018 16:12
Wezareta Nefta Iraqê, Kurdî qedexe kir!

PeyamaKurd- Wezareta Nefta Iraqê biryareke skandal stand. Wezaretê di belgeyên fermî de bikaranîna zimanê Kurdî qedexe kir û ragihand ku kesê ku Kurdî bi kar bîne, ew ê werin cezakirin.

Duşema bûrî belgeyeke fermî hate weşandin û di belgeyê de Alîkarê Mufettişê Wezareta Nefta Iraqê Hemdan Uceyl Reşîd hişyarî da “Şirketa Xazê ya Bakûr” û got ku divê di belgeyên fermî de zimanê Kurdî neyê bikaranîn, lewra zimanê Kurdî ji bo zimanê Erebî tehdîdê teşkîl dike.

Belgeya bi îmzeya Hemdan Uceyl Reşîd îdda dike ku di belgeyên nivîskî yên şirketê de gelek peyv û îfadeyên Kudî hene. Ev jî li dijî “qanûna parastina Erebî” ye.