Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bo tedbîrên Koronayê gistnameyek nû belav kir

26 mijdar 2020 15:00
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bo tedbîrên Koronayê gistnameyek nû belav kir

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê yî di çarçoveya tedbîrên li hember vîrusa Koronayê de, giştnameyek nû derxist û belav kir.

Bi daxuyaniyek nivîskî di giştnameya ji hemû parêzgariyan re hat şandin, li seranserê Tirkiyê, bi kordîneya parêzgar û qaymaqaman heta 4 rojan di serî de li bazar, wesayitên veguhastina giştî û firoşgehên mezin û cihên qerebalix, pişkinîn were kirin.

Herwiha dê rêveberiyên xwecîhî, ji bo hemû bazargehan rêvebirekê destnîşan bikin û dê ev kes ji pabendbûna rênimayan berpirsyar be.

Di giştnameyê de hat diyarkirin, dê rojên 26-27-28-29ê Mijdarê bi awayekî tund bi kordîneya parêzgar û qaymaqaman, pişkinîn bidomin.

Herî dawî hat ragihandin, dê di pişkinînan de wesayitên veguhastina giştî yek bi yek bên sekinandin, li sepana koda HESê, li maske û hijyenê bê nerîn.