Di derbarê tedbîrên nû yê li hember Koronayê Wezareta Navxwe daxuyanî da
PeyamaKurd – Di derbarê tedbîrên Koronayê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyanî da. Kî li derveyî mala xwe maskê bikar nehîne dê bi 20 hezar dînaran were sizadan.
Di daxuyaniyê de Wezareta Navxwe ya Kurdistanê tedbîr û şîretên nû yên li hember belavbûna vîrusa Koronayê destnîşan kir û ragihand, rêveberiya parêzgeh û deverên xweser dikarin li gorî rewş û şertên xwe tedbîrên nû bigirin û biryarên nû bidin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, rêveberiya parêzgeh û deverên xweser serpişk in bo normalkirina hatinçûnê û nehîştina qedexeyê di navbera parêzgehan de.
Herwiha Wezareta Navxwe daye zanîn ku cihên giştî dîsa girtî dimînin lê eger rêveberiya parêzgehan pêwîst dîtin, dikarin mizgeftan vekin. Xwaringeh û markêt jî, bi şertê ku şîretên tenduristiyê bicîh bînin, dikarin vekirî bin.
Di daxuyaniya wezaretê de behsa bikararnîna maskan jî hatiye kirin û hatiye gotin, kî li derveyî mala xwe maskê bikar nehîne dê bi 20 hezar dînaran were sizadan. Di nav otomobîlan de jî divê mask were bikaranîn. Eger di wê mijarê de binpêkirinek hebe şofêr bi 50 hezar dînaran tê sizadan. Şîrketên taybet jî divê karmendên xwe neçar bikin da ku maskan bikar bînin, eger wisa nekin dê bi 150 hezar dînaran werin sizadan.
Bi fermana Wezareta Navxwe, dergehên sînorî tenê bo çalakiyên bazirganî vekirî dibin lê welatiyên ku li derve asê mane, dikarin vegerin lê divê werin kerentînekirin. Ew kesên ku nexweş in yan jî li Îranê dixwînin, dikarin bi destûra wezareta naxwe serdana Îranê bikin. Bo wê jî tenê dikarin bi rêka sînorên Hacî Omeran û Başmaxê re hatinçûnê bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin