Wezareta Darayî: Bazgirgan bê destûra asayîsê dikarin sotemeniyê bikirin

31 cotmeh 2019 22:08
Wezareta Darayî: Bazgirgan bê destûra asayîsê dikarin sotemeniyê bikirin

PeyamaKurd - Wezareta Darayî ya Kurdistanê ragihand ku kesên bazirganiya sotemeniyê (neft, mazot, benzîn û wekî din…) dikin, pêwîstî bi destûra Asayişê nîne.

Berdevkê Wezareta Darayî ya Kurdistanê, Ehmed Ebdulrehman raghiand, ew kesên ku bazirganiya sotemeniyê dikin, pêwîst nake destûrê ji Asayişa Kurdistanê bistînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, wan ji bo nehîştina qorixakariyê û dabînkirina firsenda yeksan bo hemû kesên ku dixwazin bazirganiya sotemeniyê bikin, ew biryar dane.