Wezareta Pêsmerge: Alîkariya darayî ya Koalîsyonê ya Cotmehê gihîst, sibe dê dest bi belavkirinê bê kirin
05 mijdar 2025 18:43
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku alîkariya darayî ya Hêzên Hevpeymanên Navdewletî ya ji bo meha Cotmehê gihîştiye ser hesabê wezaretê.
Wezaretê destnîşan kir ku alîkarî roja 4ê Mijdarê gihîştiye, û îro 5ê Mijdarê, rêkarên darayî yên pêwîst dê bên temamkirin. Ji ber vê yekê, dê sibe, 6ê Mijdarê, dest bi belavkirina alîkariyê li ser Pêşmergeyan bê kirin.
Wezareta Pêşmerge eşkere kir ku zêdetirî %97 ji hemû efser û Pêşmergeyan dê alîkariya xwe bi rêya Projeya "Hejmara Min" (Projeya Bankî ya Mûçeyan) wergirin, û yên din jî bi rêya sîstema bankê ya berê dê mûçeyên xwe wergirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Wezareta darayî û xezînê ya Tirkiyê plan dike ku xwe bike deyndarê bazara nav welat
29 tbx 2024
Kurdistan
Sanda Teknîkî ya Wezareta Darayî ya Kurdistanê bi Sanda Iraqê re civiya
28 nsn 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin