Kanada wê ji nû ve dest bi alîkariya darayî ya ji bo UNRWA bike
PeyamaKurd — Kanadayê ragihand ku ji ber "karesata însanî" ya li Xezzeyê ew ê alîkariya diravî ya ji bo Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ji nû ve bide destpêkirin.
Wezîrê Pêşketinê yê Kanadayê Ehmed Huseyîn daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku Kanadayê piştî mehekê ji ber karesata mirovî ya li Xezzeyê rawestand, biryar da ku alîkariya xwe ya ji bo UNRWAyê ji nû ve bide destpêkirin.
Di daxuyaniya UNRWAyê ya di 2yê Sibatê de hat dayîn de wiha hat gotin: "Pêdivîyên însanî yên zêde yên zêdeyî 2 milyon însanên li Xezzeyê di bin metirsiya kûrtirbûnê de ne, piştî biryara 16 welatên xêrxwaz ya rawestandina piştgiriya aborî ya ji bo UNRWAyê."
Almanya, Swîsre, Îtalya, Kanada, Fînlandiya, Awûstralya, Îngilîstan, Hollanda, DYA û Fransa ragihandin ku wan biryar dane ku bi awayekî demkî desteka xwe ya aborî ya ji bo UNRWA rawestînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin