Wezareta Darayî: Hejmara bankên Kurdistanê dihên kêmkirin
26 adar 2019 18:20
PeyamaKurd - Wezareta Darayî ya Kurdistanê ragihand, hejmara bankên hikûmetê dihên kêmkirin û sîstema karê beşek ji wan jî dibe elektronîkî.
Berpirsê teknolojîya bankan li Wezareta Darayî ya Kurdistanê, Mistefa Seîd got, hikûmetê biryar daye hejmara bankan kêm bike. Ji ber ku li Kurdistanê 97 bankên hikûmetê hene. Ev hejmar gelek zêde ye.
Mistefa Seîd her wiha got, pilana hikûmetê heye tenê 30 bankan bihêle û sîstema karê beşek ji wan jî bike elektironîk.
Wî berpirsê Wezareta Darayî li ser çarenivîsa karmendên wan bankan jî got, karmendên wan bankan dê li ser karê xwe berewam bin, yanê tu karmendek ji kar nayê derxistin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Sanda Teknîkî ya Wezareta Darayî ya Kurdistanê bi Sanda Iraqê re civiya
28 nsn 2024
Kurdistan
Ji Wezareta Petrola Iraqê daxuyaniya OPEC+ û petrola Kurdistanê
24 sbt 2025
Cîhan
Wezareta Darayî ya Iraqê li gel a Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiya
27 rbn 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin