Weqfa çalakvana Yemenî ya xwediya Xelata Nobelê Karman wê 50 xaniyan ji mexdûrên erdhejê re çêbike

13 sibat 2023 15:49
Weqfa çalakvana Yemenî ya xwediya Xelata Nobelê Karman wê 50 xaniyan ji mexdûrên erdhejê re çêbike

PeyamaKurd – Aktîvîsta Yemenî ya xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Tewekkul Karman ragihand, ew ê ji aliyê "Weqfa Tawakkol Karman" a ku ew serokatiya wê dike ji bo mexdûrên erdheja Mereşê 50 xaniyan çêbikin.

Aktîvîsta Yemenî ya xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Tewekkul Karman da zanîn, "Weqfa Tewekkul Karman" a ku ew seroka wê ye, wê ji bo mexdûrên erdheja Kahramanmaraşê 50 xaniyan çêbike.

Karman ji televîzyona Yemen Belqees re axivî û diyar kir, xaniyên ku bên çêkirin nîşaneya hevgirtina Yemeniyan bi birayên xwe yên li Tirkiyeyê re ye.

Karman eşkere kir, xaniyên mijara gotinê wê bi rêya AFADê bên çêkirin.

Karman got, "Ev yek îfadeya dilsoziya me ya bi Tirkiyeyê re ye ku di rojên dijwar de û hê jî li kêleka Yemenê ye" û destnîşan kir, ji bo nîşaneya hevgirtinê dixwazin nîşana weqfê deynin ser xaniyên ku wê bên çêkirin.