Biden ‘Xelata Azadiyê ya Seroktiyê’ da 19 kesan

05 rêbendan 2025 11:55
Biden ‘Xelata Azadiyê ya Seroktiyê’ da 19 kesan

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ku 20ê mehê erka xwe radestî serokê hilbijartinê Donald Trump dike, ‘Xelata Azadiyê ya Seroktiyê’ pêşkeşî 19 kesan kir ku nîşana herî bilind a sivîl e.

Biden, dema pêşkeşkirina xelatan di merasîma li Koşka Spî de got, “We hemûyan bihevre li ser welatê me şopeke pir hêja hişt”.

Di merasîmê de di warên werziş, huner, muzîk û sînemayê de xelat bo 19 kesan hatin pêşkeşkirin. Madalyeya Azadiyê ya Seroktiyê li Amerîkayê wekî xelata rûmetê ya herî bilind tê naskirin.

Di merasîmê de kesên wekî; Wezîra Derve ya berê Hillary Clinton, li ser navê milyardarê Amerîkî George Soros, Alex Soros, ji sînemayê Micheal J. Fox û Denzel Washington, futbolîz Lionel Messi, werzişa basketê Magic Johnson û solîstê koma muzîka Rockê ya Îrlandî U2 Bono jî cî girtin.