Weqfa Barzanî besdarî konferanseka li Dubaîyê bû

13 adar 2019 14:47
Weqfa Barzanî besdarî konferanseka li Dubaîyê bû

PeyamaKurd -Weqfa Xêrxwazîyê ya Barzanî (BCF) bi mijara koçberî û penaberîyê beşdarî Konferanseka Navdewletî ya Xêrxwazî û Pêşketinê ya li Dubaîyê bû.

Konferansa Navdewletî ya Xêrxwazî û Pêşketînê ya salane bi alîkarîya emîrê Dûbaîyê Şêx Mihemed bin Reşîd el Mektûm tê lidarxistin. Weqfa Barzanî ji alîyê birêveberîya konferansê bi awayekî fermî hat vexwendin.

Kesayet û rêxistinên di warê 'alîkarîyên mirovî' da berbiçav in beşdarî konferansê dibin û li ser qeyranên aborî yên li cîhanê û rêbazên çareserîyê axaftinan dikin. Rayedarê Weqfa Barzanî Karzan Nûrî bi sernavê 'pirs û pirsgirêkên koçberan' axaftinek kir.

Hêjayî gotinê ye ku Konferansa Navdewletî ya Xêrxwazî û Pêşketinê ji 2004an û vir ve her sal tê lidarxistin.