WÊNE | Pistî berfbarînê dîmenên rengîn derketin holê

13 sibat 2020 13:51
WÊNE | Pistî berfbarînê dîmenên rengîn derketin holê

PeyamaKurd – Li bajarên Amed, Mêrdîn, Agirî û Wan a Bakurê Kurdistanê piştî berfbarîna dîmenên rengîn dertên holê.

Îro Pêncşemê (13.02.2020) li van bajaran bo xwendinê navber ango betlane hatiye ragihandin: Mêrdîn, Şirnex, Wan, Agirî, Çewlik, Mûş, Sêrt, Semsûr, Dîlok, Meletî, Riha, Qers, navçeya Amedê Pasurê, li navçeya Elcewaza ser bi Bedlîsê ve, Pilemura ser bi Dêrsîmê ve, Çelê û Şemzînan a ser bi Colemêrgê ve.

Midûriyeta Keşûhewayê ya Tirkiyê derbarê berfbarînê û keşûhewaya nexweş hişyarî dan û piştî hişyariya Midûriyeta Keşûhewayê li gelek bajaran bo rojekê navber dane xwendinê.

Li bakûrê Kurdistanê li seranserê bajêr li navend û naçveyan bi sedema hewa nexweş ya seqemê û berfbarîna zêde bo 1-2 rojan navber dan xwendinê û li tevahiya dibistanan betlane hat ragihandin.

Herwiha ji bilî xwendekar û qutabiyan dê karmendên dewletê yên berasteng û jinên ducanî jî, 2 roj neçin ser kar ango wê betlaneyê bikin.