Pistî vî wêneyî bi du salan rakirina parêzbendiya Feleknas Uca hat xwestin

21 berfanbar 2018 22:04
Pistî vî wêneyî bi du salan rakirina parêzbendiya Feleknas Uca hat xwestin

PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê bi hinceta beşdariya meşekê li sala 2016an fezleke bo Parlamentara HDPê ya Batmanê Feleknas Uca amade kir. Di wê meşa du sal berê de dema polîsan xwestibû jinekê binçav bikin, Feleknas Uca xwe dabû ber wê û nehiştibû bê binçavkirin.

Serdozgeriyê piştî du salan bi hinceta beşdariya xwepêşandanên bê destûr kiriye, lêpirsîn da destpêkirin û fezleke amade kir daku ji bo rakirina parêzbendiyê bişîne ji parlamentoyê re. Serdozgeriyê ji 6 salan heta 9 salan jî ji Feleknas Uca re ceza xwest.

Herwiha çend parvekirinên medya civakî yên Feleknas Ucayê ku nerazîbûna xwe nîşanî girtina şaredaran nîşan dabû jî wekî delîl ketin dosyeya lêpirsînê.

Feleknas Uca ji ber wî wêneyê ku dema xwepêşandanê hatibî tomarkirin, Xelata Clara Zetkîn a Rûmetê ya Jinê wergirtibû.