Wêne | Di pîrozbahiyên sersalê de dîmenên rengîn derketin holê

01 rêbendan 2020 16:52
Wêne | Di pîrozbahiyên sersalê de dîmenên rengîn derketin holê

PeyamaKurd - Li Kurdistanê û cîhanê sersal bi fîşewgên hewayî û muzîkan hat pîrozkirin. Di dema pîrozbahiyan de dîmenên rengîn derketin holê.

Ji bo sala nû li gelek û welat û bajaran pîrozbahiyên sersalê hatin pîrozkirin. 


Moskowa

Li paytexta Herêma Kurdistanê jî sersal bi awayekî nûwaze hat pîrozkirin.

Navenda pîrozbahiyan Keleha Hewlêrê bû û herwiha gelek kolan û sikakên serekî yên bajêr ji bo sersalê hatin xemilandin.

Awistralya

Welatiyên Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina sala 2020an li derdora Keleha Hewlêr û Epireyê civîyan û bi fîşegên hewayî sersal pîrozkirin. 

Stenbol

Welatiyan heya ber destê sibehê xwarin û vexwarin û reqîsîn û pêşwazî li sala nû kirin.


Awistralya

Bi helkefta sersalê, geştyaran berê xwe dane bajarên Herêma Kurdistanê, taybet jî Hewlêra paytext. Qeymeqamê qezaya navendî ya Hewlêrê dibêje, bi helkefta serê salê zêdetir ji 60 hezar geştyar hatine Hewlêrê.

Moskowa