Welatparêzên ku kedeke mezin dane YNKê ketin tevgerê...

21 nîsan 2020 18:58
Welatparêzên ku kedeke mezin dane YNKê ketin tevgerê...

PeyamaKurd – Komek ji kadirên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ku ji kiryar û siyaseta Îranî ya Lahor Cengî Talebanî û derdora wî nerazî ne, amadekariya cudabûna ji YNKê dikin û ji bo avakirina partiyekê ketine nav hewldanan.

Li gorî çavkaniyên bi ewle ku ji PeyamaKurd re ragihandin, komek ji nav YNKê ku bi salan e hewla parçenebûna YNKê dane û ti encam bidest nexistine li dijî Lahor û Cengî ketine nav tevgerê.

Hat îdiakirin ku ew kadirên welatparêz ên kedeke mezin dane di nav YNKê de, niha amadekariyan dikin ku ji YNKê cuda bibin û li gorî zanyariyan, partiyeke bi navê ‘Meşxel’ (Meşale) ava bikin.

Beriya niha serokomarê niha yê Iraqê Berhem Salih jî ji YNKê cuda bûbû partiyek avakiribû, lê piştî xiyaneta 16ê Cotmehê wê koma nav YNKê soza ku ew bibe Serokê YNKê dabûn wî û partiya xwe hiştibû û car din vegeriyabû nav YNKê.

Salih piştî biryara kongreya YNKê ya 23-24ê Kanûna 2019an ku nebû serokê partiyê jî bêdeng mabû.