Li Sirnexê sewateke mezin berdewam dike: 8 gund dane ber xwe

23 hezîran 2024 12:59
Li Sirnexê sewateke mezin berdewam dike: 8 gund dane ber xwe

PeyamaKurd – Şewatên zeviyan ên li Bakurê Kurdistanê ku li Şemrex a Mêrdîn û Çinar a Diyarbekirê karesateke mezin a mirovî jî bi xwe re anîn li gelek deverên din jî berdewam dikin.

Hate ragihandin ku herî dawî li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî şewateke mezin derketiye û hîn nehatiye vemirandin.

Li gorî agahiyan, ji şevê din ve li navçeya Hezex a Şirnexê şewateke mezin derketiye ku sînorê heşt gundan wegirtiye. Tîmên agirkujiyê yên şaredariyên Cizîr û Silopiyê hewla vemirandina agir didin, lê heta niha şewat nehatiye kontrolkirin.

Li aliyê din, ji birîndarên şewata Mêrdîn û Diyarbekirê kesekî din jî jiyana xwe jidest da û hejmara miriyên wê karesata mezin gihîşt 15 kesan.