Welatekî Ewropî dixwaze hemwelatiyên xwe yên kampên Rojava vegerîne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Belçîkyayê Alexander De Croo ragihand, ew dê zarok û jinên çekdarên DAIŞê yên Belçîkî ji kampa Holê û kampa Roj ên Rojavayê Kurdistanê derxin û wan vegerînin welatê xwe.
Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo got, divê hikûmeta Belçîka bi hemû hêza xwe kar bike da ku zarokên cîhadîstên Belçîkî ji kampên bin kontrola hêzên Kurdî li bakurê Sûriyê vegerîne welatê xwe.
De Crowe hişyarî da ku şert û mercên li wan her du kampan ji dema têkçûna DAIŞê ve nebaş e û destnîşan kir ku divê destûr bê dayîn kesên ji 12 salî kêmtir vegerin.
Serokwezîrê Belçîkyayê metirsiya xwe ji egera ew zarok ber bi tundrewiyê ve biçin nîşan da û ji parlemanteran re got: "Di van kampan de terorîstên sibe hene, em nikarin destûrê bidin vê yekê… Ji bo em wan zarokan derxînin, divê em bi hemû hewlên xwe hewl bidin."
Serokwezîrê Belçîka destnîşan kir ku hejmara zarokên kêmî 12 sal yên Belçîkî nêzî 30 zarokan e.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya destpêka sala 2021ê, jin û zarokên 57 netewên cuda li kampên Rojavayê Kurdistanê di nava şert û mercên nebaş de dijîn ku kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar e li ser asta cîhanê.
Rêveberiya xweser ev demek dirêj e bang li welatan dike, ji ber derfetên wan ên kêm nikarin kampan baş kontrol bikin û ji ber wê jî welatiyên xwe vegerînin welatên xwe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin