Qaymeqamê Singalê: Bexda dixwaze kampên koçberan vala bike!

25 hezîran 2019 15:47
Qaymeqamê Singalê: Bexda dixwaze kampên koçberan vala bike!

PeyamaKurd - Qaymeqamê bajarê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, hikûmeta Iraqê dixwaze koçberan ji kampan derxîne û kampan bigire.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji medya Kurdistanê re got, ev demek e hikûmeta Iraqê dixwaze koçberên êzîdî yên ku li nav kampan de dijîn, vegerîne Şingalê û kampan vala bike.

Mehma Xelîl her wiha got, me ji Bexdayê re got destpêkê divê derfetên jiyanê li wê deverê bên dabînkirin. Li wir ne av heye ne elektirîk heye ne xizmetguzariyên din yên giştî hene. Eger xelk vegere dê çawa li wir bijî!

Qaymeqamê Şingalê anî ziman ku wan ji Bexdayê re gotine Şingalê wêran e û got, hetanî Şingal neyê avedankirin xelk nikarin vegerin ser cih û warê xwe. Ew bûdceya ku bo Şingalê jî hatiye terxankirin, gelekî kêm e. Bila bûdceyeka taybet bo Şingalê were terxankirin û zerermendên şer jî bên qerebûkirin paşê koçberan vegerîne Şingalê.