"Bexda dixwaze tim li Singalê alozî hebe"

29 tebax 2018 01:02
"Bexda dixwaze tim li Singalê alozî hebe"

PeyamaKurd - Sererkanê berê yê artêşa Iraqê ragihand, ku hikûmeta Iraqê bixwaze dikare bi hêsanî PKKê ji Şingalê derxîne.

Sererkanê berê yê artêşa Iraqê û fermandeyê Pêşmerge li eniya rojavayê çemê Dîcle Ebûbekir Zêbarî, diyar kir, ku hikûmeta Iraqê bixwaze dikare bi hêsanî PKKê ji Şingalê derxîne lê naxwaze. Bexda dixwaze li wir alozî hebe. Jixwe li hember Herêma Kurdistanê piştevaniya PKKê kir û li Şingalê bicîh kir.

Herwiha Zêbarî destnîşan kir, ku gelek caran hikûmeta Kurdistanê û xelkê Şingalê daxwaz ji PKKê kirine ji Şingalê derkeve lê PKKê guh nade tu kesî, tenê bi ya xwe dike. Lê divê PKK ji wir derkeve.