Welatekî Ewropî balyozxaneya xwe ya Samê ji nû ve vekir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Komara Çekyayê piştî ku mehek bi ser ketina rejîma Beşar Esed de derbas bû, balyozxaneya xwe ya Şamê ya girtibû ji nû ve vekir.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha di serdema Esed de Komara Çekyayê, piştî ji sala 2021an pê de bi sedema şer girtina balyozxaneyên welatan ên Şamê, nûnertiya Amerîka û welatên Rojavayî li Sûriyeyê dikir.
Wezîrê Derve yê Çekyayê Lubomír Zaorálek ragihandibû ku navên berpirsên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, di lîsteyên cezayan de hene, ew jî ji ber dîroka jiyana wan e.
Zaorálek gotibû: "Lê ew dixwazin têkiliyan bi cîhanê re ji nû ve çêkin. Ez bawer im pêwîste em jî xwedî li bangê derkevin û Rûsyayê ji Sûriyeyê derxin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin