Tirkiyê ji nû ve balyozxaneya xwe ya Mûsilê vekir

07 gulan 2021 13:00
Tirkiyê ji nû ve balyozxaneya xwe ya Mûsilê vekir

PeyamaKurd – Tirkiyê balyozxaneya xwe ya Mûsilê ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibû rûxandin, ji nû ve vekir.

Balyozê Tirkiyê yê Mûsilê Mehmet Kuçuksakalli li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, balyozxaneya wan ya Mûsilê ku ji sala 2014an heya niha ji ber ku bajar di dest DAIŞê de bû girtî mabû, ji bo vekirinê amade ye. Herwiha Kuçuksakallı da zanîn: “Cûdabûn xelas û em li Mûsilê ne. Bi xêr be. Bila bibe wesîleya xêrê”

Di Hezîrana 2014an de, DAIŞê dest danîbû ser parêzgeha Mûsilê û ketibû avahiya balyozxaneya Tirkiyê û ligel balyozê Tirkiyê Ozturk Yilmaz 48 kesan rehîn girtibûn.

Herwiha avahiya balyozxaneyê jî rûxandibûn, rehîne di Îlona 2014an de hatibûn berdan. Piştî demekê Ozturk Yilmaz, ji Partiya CHPê weke parlamenter hatibû hilbijartin û ji ber rexneyên xwe yên li dijî serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, ji wê partiyê hatibû avêtin.