Pistî Îmarat welatekî din balyozxaneya Samê vekir

28 berfanbar 2018 20:24
Pistî Îmarat welatekî din balyozxaneya Samê vekir

PeyamaKurd – Îmaratên Erebî doh 27ê Kanûnê ragihandibû ku ew balyozxaneya xwe ya paytexta Sûriye Şamê ji nû ve vedikin. Piştî vê biryara Îmaratê welatekî din ê ereb balyozxaneya xwe ya Şamê bi fermî vekir.

Piştî biryara vekişandina leşkerên Amerîkî ji Sûriyê û hêviya encamdana çareseriya siyasî ji bo krîza Sûriyê hêdî hêdî welatên ku danûstandinên xwe yên bi hikûmeta Sûriyê re rawestandibûn vedigerin.

Wezareta Derve ya Bahreynê ragihand ku wan balyozxaneya xwe ya li Şamê piştî 7 salan ji nû ve vekiriye û balyozxaneyê dest bi kar kiriye.

Herwiha hat diyarkirin ku seferên esmanî yên Bahreynê yên navbera herdu welatan jî bênavber berdewam dikin.