Welatekî din dixwaze ji Amerîkayê balafirên F-35 bikire
13 nîsan 2023 00:04
PeyamaKurd – Piştî çend welatên Ewropî Romanyayê jî biryar daye ku hewl bide ji Amerîkayê balafirên nifşên nû F-35an bikire.
Konseya Bilind a Ewlekariya Romanyayê (CSAT) ragihand ku armanca wan ew e ku ji bo bihêzkirina berevaniya asmanî balafirên nifşê nû F-35an ji Amerîkayê bikirin û modernîzekirina hêzên xwe yên asmanî bidomînin.
Romanya bi 650 kîlometreyan hevsînorê Ûkraynayê ye ku niha bi Rûsyayê re di nava şer de ye. Li Romanyayê herwiha hêza hevpeymana NATO ya daîmî ji sala borî ve hatiye bicihkirin û wek endameke NATOyê dixwaze hêza xwe ya asmanî hîn xurtir bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Tirkiyê dixwaze ji Amerîkayê 40 balafirên F-6 bikire
08 cot 2021
Jiyan
Îsraîl dixwaze fîlo ya sêyem ya F-35 an ji Amerîkayê bikire
04 rbn 2021
Cîhan
2 balafirên kargoya leskerî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê danîn
28 mjd 2025
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin