Wêjegeh Amed Kargeha Çîrokan li dar dixe

18 rêbendan 2022 14:45
Wêjegeh Amed Kargeha Çîrokan li dar dixe

PeyamaKurd Li DiyarbekirêWêjegeh Amed Kargeha Çîrokan li dar dixe. Kargeh wê di 23yê Kanûna Paşiyê de destpê bike û wê ji aliyê nivîskar Sîdar Jîr vê were birêvebirin. 

Li gor zanyariyan, xebata kargehê wê her roja Yekşemê piştî nîvro di navbera saet 14:00-16:00an de bê kirin. Bi giştî, dema çalakiya kargehê 6 hefteyan e û pênç çalakiyên pêşî wê li hêwana çalakiyê ya Wêjegeh Amedê û yek jê jî wê bi awayekî online bê kirin. 

Di kargehê de ligel teknîk û pratîkên çîroknivîsînê, wê mînakan li ser serborî û dîroka modern a çîroknivîsînê jî were dayîn. Herewiha wê behsa pêwendiyên wê yên bi cûreyên din ên wêjeyê re bê kirin.  

Wê ji beşdaran were xwestin ku di di kargehê de çîrokeke tematîk binivîsin. Hejmara beşdaran bi 25 kesan hatiye sînordarkirin. 

Hûn dikarin bi tijekirina vê forma serîlêdanê beşdarî kargehê bibin.