Amed: Qeyyûm di dema radestkirina saredariyê de civîn li dar dixe
PeyamaKurd - Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Parêzgeha Amedê yên DEM Partiyê Serra Bucak û Dogan Hatun ku di hilbijartinên li Amedê de bi ferqeke mezin bi ser ketin, ji ber îtîrazên AKPê yên li metropol û 13 navçeyan hê jî belgeyên wan ên hilbijartinê nehatine dayîn.
Lijneyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan îtirazên AKPê red kirin û biryar dan ku sertîfîkayan bidin namzetên DEM Partiyê.
Tê plankirin ku îro belgeya hilbijartinê bê wergirtin. Lê belê di daxuyaniya DEM Partiyê de hat ragihandin ku di dema girtina belgeya hilbijartinê de li Şaredariya Amedê ya di bin rêveberiya qeyûmê de ye, civîna Meclîsa Şaredariyê pêk hatiye.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya DEM Partiyê hate dayîn de ev agahî hatin parvekirin:
"Parêzgariya Amedê di dema ku belgeya hilbijartinê bidin hevşaredarên me, bi lidarxistina civîna meclîsa şaredariyê dixwaze biryarên nû bide. Bi vê yekê sedemê taloqkirina belgeya hilbijartinê derket holê. Di kêliya dawî de jî.
Parêzgerê hikûmetê hewl dide tiştên gelê me û şaredariyê jî bide alîgirên xwe, lê belê em wan hişyar dikin; hûn ê li pêşberî hiqûqê hesab bidin gel."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de bertek nîşanî biryarê da û wiha got:
Em li Amedê Hişyar dikin! Amediyan di 31ê Adarê de bi dengek mezin diyar kir ku polîtîkaya emanetê îflas kiriye. Ew dijminê gel in û îradeya gelê Amedê ji nedîtî ve tên û çavkaniyên Amedê talan dikin.
di dema ku wê şaredarên me erknameyên xwe werbigirin û dest bi karên xwe bikin civîna meclisê li dar dixin. Biryarên qeyyûm jî weke hebûna wî ne rewa ne. gelê Amedê derbasî asteke din bû. Hûn di 31ê Adarê de ji aliyê gel ve hatin têkbirin. Dev ji dijminatiya xwe ya li hemberî gel berdin. Me tu biryarên ku we dane nas nekir û em ê van jî nas nekin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin