HDP îro li Amedê mîtîngeke mezin li dar dixe
PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Amedê bi dirûşma ‘Li Dijî Şer, Çareseriya Demokratîk’ mîtîngekê li dar dixe.
Walîtiya Amedê destûr daye HDP ku îro duşemê 22ê Tîrmehê mîtînga xwe ya bi navê ‘Li Dijî Şer, Çareseriya Demokratîk’ li dar bixe. Mîtînga HDPê li Meydana Îstasyon a Amedê tê lidarxistin.

Rêxistina HDPê ya Amedê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê daye ku mîtînga îro seet 5ê êvarê dest pê dike û biryar e bo dema 3 saetan berdewam be.
Hevseroka KCDê Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli, Hevserokên ESP, HDK û hejmarek ji rêxistin û saziyên civaka sivîl beşdarî mîtînga HDPê dibin.
Di daxuyaniyê de, daxwaz ji xelkê Amedê hatiye kirin ku bi awayekî çalak beşdarî mîtînga îro bibin û peyama xwe ya aştiyê bighînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin