Li Amedê Konferansa mezin a Helebceyê
PeyamaKurd - Komeleya Mafên Mirovan li Amedê bi mebesta 36emîn Salvegera Komkujiya Helepceyê, di 16 û 17ê Adarê de Konferansa Aştiyê li dar dixe.
Hate ragihandin ku wê siyasetmedarên wek parlamentera berê ya navdar Leyla Zana, Parlementerê Ak Partiyê Galîp Ensarîoglû, Parlementerê CHP Sezgîn Tanrikulu, Parlementerê DemPartiyê Cengîz Çandar û Akademîsyena Zanîngeha Hewlêrê Arzû Yilmaz û her wiha hin rojanmevan, akademîsyen, parazvanên mafên mirovan û nunerên saziyên sivîl beşdarî vê konferansê bibin.
Di çarçoveya bernameya konferansê de, di 16ê Adarê de, bi moderatoriya berpirsa Navenda Lêkolînên Civakî (SAMER) Yuksel Genç, wê civîna bi navê “Çareseriyên Pevçûnên Cîhanê û Ezmûnên Pêvajoyên Çareseriyê” bê li darxistin.
Di vê civînê de wê Parlementerê Sinn Feinê Franncie Molloy, Serokê Yekîtiya Rêxistin û Komeleyên Filistînî ên Ewropayê George Rashmawi, Ji Komeleya Demokrasî Aştî û Lêkolînên Polîtîkayên Şungir Ferda Fahrîoglû axaftinan bikin.
Di heman rojê de bi moderatoriya endamê Komeleya Mafên Mirovan Selahattîn Esmer civîneke din a bi navê “Li Rojhilata Navîn Aştî û Çareseriya Pirsgirêka Kurd a Demokratîk” tê li darxistin û Akademîsyena Zanîngeha Hewlêrê Arzû Yilmaz û Parlementerê DEMPartiî yê Amedê Cengîz Çandar axaftinan dikin.
Her wiha di heman rojê de civîna dawî bi moderatoriya Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz civîna bi navê “Gelo Pêvajoyek Nû Ya Çareseriyê Pêkan e?” ye û peyvdarên wê jî Siyasetmedara Kurd Leyla Zana û Rojnamevan Alî Bayramoglû ye.
Bernameya 17ê Adarê jî bi civîna moderatoriya Rojnamevan Nadîre Mater civîna bi navê “Di Avakirina Aştiyê de Rola Civaka Sivîl” bi rê ve diçe û peyvdarên vê civînê Serokê Navenda Bîrê Murat Çelîkkan û Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses e.
Civîna din a bi navê “Di Avakirina Aştiyê de Rola Jinan” bi moderatoriya ji Însiyatîfa Maf Fatma Tuba û bi axaftina Fîgen Aras pêk tê.
Civîneke din jî bi moderatoriya Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn ji axaftinên ji Însiyattîfa Maf Fatma Tuba Unsal û Akademîya Jinê Fîgn Aras e.
Di civîna dawî ya bi navê “Erkê Siyasetê û Aştî” de parlementerên Ak Partî, DEMPartî û CHPê tên cem hev
Peyvdarên vê civînê jî Berdevka DemPartî û Parlementera Şirnexê Ayşegul Dogan, Parlementerê Ak Partî yê Diyarbekir Galîp Ensarîoglu, Parlementerê CHP yê Diyarbekir Sezgîn Tanrikulu ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin