Wê Kurdistan li beramber 250 hezar bermîl nefta rojane 12,67%ê budçeyê bistîne

27 rêbendan 2021 01:01
Wê Kurdistan li beramber 250 hezar bermîl nefta rojane 12,67%ê budçeyê bistîne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Hikûmeta Federalî ya Iraqê di çarçoveya budçeya sala 2021ê de, li beramberê 250 hezar bermîl nefta rojane û hin dahatên gumrikê, ji sedî 12,67ê budçeyê radestî Kurdistanê bike.

Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamena Iraqê Vîyan Sebrî ragihandiye ku wê Herêma Kurdistanê li beramberê 12,67ê budçeya Iraqê ya 2021ê, rojane 250 hezar bermîl neft û nîvê dahatên deriyên sînoran radestî Iraqê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi awayekî derveyî destûra Iraqê ji şanda herêma Kurdistanê hatiye xwestin hemû dosyeya neftê radestî Iraqê bike, lê ev ji aliyê şanda hikûmeta Kurdistanê ve hatiye redkirin.