Kurdistan | Di hilbijartina taybet de 271 hezar û 269 kesan deng da: PDK yekem e
PeyamaKurd- Di dengdana taybet a hêzên ewlehiyê û koçberan ku doh 9ê Mijdarê li Iraq û Herêma Kurdistanê pêk hat de, li gorî amarên fermî yên Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, li parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê ji 276 hezar û 613 kesên ku mafê wan ê dengdanê hebû û 271 hezar û 269 kesan jî deng da.
Hate diyarkirin ku li Herêma Kurdistanê tenê 5,344 kesan di dengdana taybet de dengê xwe nedaye.
Beşdariya dengdanê li gorî parêzgehan wiha ye:
Hewlêr: 111 hezar û 839 kes xwedî mafê dengdanê bûn û 109 hezar û 508 kesan deng da. Ango rêjeya beşdariyê ji sedî 97,92 ye.
Silêmanî: 108 hezar û 344 kes xwedî mafê dengdanê bûn û 106 hezar û 350 kesan deng da. Ango rêjeya beşdariyê ji sedî 98,16 ye.
Dihok: 56 hezar û 430 kes xwedî mafê dengdanê bûn û 55 hezar û 411 kesan deng da. Ango rêjeya beşdariyê ji sedî 98,19 ye.
Parêzgeha Helebceyê ji bo dengdanê li ser parêzgeha Silêmaniyê hatiye hejmartin.
PDK yekem, YNK duyem e
Li gorî encaman ku piraniya dengan hatine hejmartin di nav partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de PDK yekem e, YNK duyem e, Helwest sêyem e, Nifşê Nû çarem e, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pêncem û Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê şeşem e.
Amarên dengan ên nefermî wiha ne:
PDK: 84,605 deng
YNK: 73,289 deng
Samî Oşana: 14,754 deng
Kildo Remzî: 13,147 deng
Îmad Yoxena: 9,453 deng
Helwest: 7,548 deng
Nifşê Nû: 4,533 deng
Yekgirtû: 4,305 deng
Heyder Feylî: 2,224 deng
Komel: 1,300 deng
Eniya Gel: 1,071 deng

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin